Serok Barzanî û Balyozê Macaristanê civiyan
Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî Balyozê Macaristanê yê Îraqê Osama Ibrahim Naffa qebûl kir.
Di civînê de tekezî li ser berfirehkirina pêwendiyan hat kirin û wan bal kişand ser metirsiya serhildana DAIŞê.
Serok Mesûd Barzanî îro li Pîrmamê bi Balyozê Macaristanê yê Îraqê Osama Ibrahim Naffa re civiya.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, Balyozê Macaristanê silavên Serokkomar û Serokwezîrê welatê xwe gihandin Serok Barzanî û xwesteka Budapeştê ya ji bo bipêşxistina pêwendiyan bi Herêma Kurdistanê re ducare kir.
Serok Barzanî jî kêfxweşiya xwe ya ji bo berfirehkirina wan pêwendiyan anî zimê.
Metirsiya DAIŞê
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku mijareke sereke ya civînê taybet bû bi gefa terorê û metirsiyên serhildana DAIŞê.
Di civînê de tekezî li ser pêwîstiya hevahengiya navneteweyî hat kirin da ku rê li ber derketina metirsiyên terorê li navçeyê were girtin.
Her wiha rewşa Sûriyeyê û proseya siyasî ya Îraqê, mijareke din a gotûbêjên navbera Serok Barzanî û Balyozê Macaristanê bûn.
