Nuçe

Serokê AK Partiyê yê Amedê ji bo sersaxiyê DEM…

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Şaxa AK Partiyê ya Amedê Omer Îler ji bo sersaxiya Sirri Sureyya Onder Serokatiya ya DEM Partiyê ya Amedê ziyaret kir.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ku lê dihat dermankirin piştî 18 rojan wefat kir.

Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê li navenda DEM Partiyê ya bajêr şîna Sirrî Süreyya Onder daniye.

Şîna ji bo Onder hatiye danîn di roja duyemîn de bi serdanan didome. 

Serokê Şaxa AK Partiyê ya Amedê Omer Îler û li gel rêvebirên partiya xwe çû şîna Sirri Sureyya Onder a ku ji aliyê DEM Partiyê ve hatiye danîn.

 DEM Partî ziyaret kir û xemgîniya xwe anî zimên.

“Ji bo binaxkirina çekan xebitî”

Omer Îler ku ji aliyê endamên DEM Partiyê ve hat pêşwazîkirin, ji bo Onder ayetên Quranê xwendin.

Îlerê ku bi Kurdî dest bi axaftina xwe kir û bi Tirkî wiha domand:

“Xwedê  bijîşkan razî be, wan hewl da  lê qeder wiha bû. Qanûna Xwedê nayê guherîn.

Eger îmkana guherînê hebûya, yê herî layiqî vê Pêxemberê me bû.

Çima xemgîniya me kûrtir kir? Ji ber ku berê jî hem bi henekên xwe yên xweş, hem bi rûyê xwe yê geş, ji aliyê her kesî ve dihat hezkirin. Rehma Xwedê lê be.

Lê em hemû şahid in ku ew bi dil û can ji bo pêvajoya ku bi îradeya ku Serokkomarê me derketiye holê û rêzdar Bahçelî îlan kirî, xebitî.

Ji bo wan hewldanên aştiyê, ji bo ku çek demeke zû bên binaxkirin, bi hemû hêza xwe, Kek Sirrî têkoşiya û hewl da.

Bila Xwedê wan hewldan û têkoşîna wî, wekî amelekî salih li pey wî bişîne. Bila gora wî bike baxçeyek ji baxçeyên bihuştê.”

“Hewldana Sirri dê bi ser bikeve”

Omer Îler amaje bi wê yekê kir ku Onder di vê pêvajoya diyalogê ya ku niha didome de navekî girîng bû û wiha domand:

“Mixabin 41 sal in li ser vê axê xwîn hebû, rondik hebûn. Lê îradeya vê carê di dilê me hemûyan de şopên pir xweş hişt.

Di dilê me hemûyan de hin bawerî çêbûn. Bi vî awayî hêviyên me çêbûnû bi îzna Xwedê dê bigihêje encamê.

Mem û Zîn hene ku evîna wan bi nav û deng e. Li Cizîrê ne, bila cihê wan bihişt be.

Lê mixabin ji bo ku ew negihêjin hev kesên ku wekî Bekoyên bibin asten jî hebûn.

Lê em bawer dikin ku bi îzna Xwedê vê carê evîna Mem û Zînê dê bi ser bikeve.

Hewldana Kek Sirrî dê bi ser bikeve, Beko dê têk biçin.”



Source link