Nuçe

Serokwekîla Koma AK Partiyê: ‘Êlih li navenda…

Hewlêr (Rûdaw) – Li Parlamentoya Tirkiyeyê di navbera CHP û AK Partiyê de nîqaşeke tund li ser doza Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu heye.

Mijara nîqaşê girtina kamerayên cihê civînên Îmamoglu û bikaranîna jammerên sînyal birînê ne.

Lê gotinên Serokwekîla Koma AK Partiyê yên li ser Êliha Bakurê Kurdistanê berê nîqaşê da aliyekî din.

“Bajarekî li navenda terorê ye”

Serokwekîla Koma AK Partiyê ya Parlamentoyê Ozlem Zengînê li ser Êlihê wiha got:

“We Saziya Îdareya Taybet a Êlihê mînak daye, binêrin Êlih bajarekî li navenda terorê ye.

Saziya Îdareya Taybet a Êlihê dikare ji ber terorê vê yekê bike.”

Lê tevî ku ne yasayî ye piştgirîkiriya bikaranîna jammeran a li Êlihê û nêrîna cudakar a di navbera bajarên Kurdan û bajarên Tirkiyeyê de bû sedema nerazîbûna DEM Partiyê.

“Ez vê pênaseyê qebûl nakim”

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê wiha bersiv da Ozlem Zengînê:

“Ozlem Xanim di mijara yasaya kêmgiriya fermî û bikaranîna jammeran de Êlih mînak da, Êlih nehatibû axaftin.

Got ku, ‘Ji ber ku li navenda terorê ye, dibe ku li Êlihê bê bikaranîn.’ Ez vê pênaseyê qebûl nakim.

Ya duyem bi kîjan hincetê dibe bila bibe li ti herêm, bajar û gundê welat, rêkareke ku di yasayê de nebe, divê neyê bikaranîn. Eger bê kirin ev cudakarî ye.”

Parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê bi navçeya Heskîfê û xwezaya xwe herêmeke geştyariyê ye û li herêmên herî asê rojane 40 hezar bermîl petrol tê hilberîn ku dike ji sedî 30ê hemû petrola Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.



Source link