Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê: Rêya Bipêşketinê dê…
Bexda (Rûdaw) – Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê Nasir El Esedî ragihand ku beşeke Projeya Rêya Bipêşketinê ku 11 kîlometre ne dê di parêzgeha Dihokê re derbas bibe.
Konferansa Enerjiyê ya Îraqê ku tê de jîngeh, çavkaniyên enerjiyê û cihêrengiya aborî tên nîqaşkirin, îro li Bexdayê dest pê kir.
Hevkar û sponsorê medyayî yê konferansê Tora Medyayî ya Rûdawê ye.
Şêwirmendê Serokwezîriyê yê Berpirsê Kar û Barên Veguhastinê Nasir El Esedî derbarê Rêya Bipêşketinê ji Rûdawê re got:
“Bi derbasbûna projeyê ya di nava bajarê Dihokê re dê hemû bajarên Îraqê sûdê ji vê projeyê wergirin.
Bajarên ku rê tê re derbas nabib jî dê bi tora rêyên herêmî û xetên trênê pê ve werin girêdan.”
Rêya Bipêşketinê dê Îraqê bi welatên wekî Qeter, Îmarat û Tirkiyeyê ve girê bide û dê di nava 11 parêzgehên Îraqê re derbas bibe.
“11 kîlometreyan dê di nav Dihokê re derbas bibe”
Nasir El Esedî diyar kir ku proje dê hemû parêzgehên Îraqê bigire nav xwe û anî ziman:
“Ji Besrayê heta naverasta Feratê her herêm sûdê jê werdigire, Herêma Kurdistanê jî dê sûdê ji projeyê wergire.
Rêya Bipêşketinê 11 kîlometreyan dê di nav Dihokê re derbas bibe.”
Projeya Rêya Bipêşketinê dê ji rêyên trênê, rê û xizmetguzeriyan (petrol, gaz, kareba, înternet) pêk were.
Esedî diyar kir ku her pirsgirêk û nakokiyên projeyê dê bi hevkariya di navbera hikûmetên herêmê de bên çareserkirin.
Wezîrê Avedankirin û Niştecihkirinê yê Herêma Kurdistanê Dana Ebdulkerîm dabû zanîn ku di diyarkirina Projeya Rêya Bipêşketinê de ti hevdîtin bi Herêma Kurdistanê re nehatine kirin.
Şêwirmendê Serokwezîriyê yê Berpirsê Kar û Barên Veguhastinê Nasir El Esedî jî got:
“Di navbera hikûmeta navendî û hikûmeta herêmê de hevahengiyeke temam heye.
Lihevkirinên teknîkî tên kirin û pêvajoyên têkildarî projeyê bi rêk û pêkî diçin.”
Projeya Rêya Bipêşketinê, bi protokola lihevkirinê ya çaralî ya di navbera Tirkiye, Îraq, Qeter û Îmarata Erebî de 22yê Nîsana 2024an li Bexdayê hat îmzekirin û bi awayekî fermî dest pê kir.