Şirketa ji Colemêrgê: Em tên lînçkirin
Hewlêr (Rûdaw) – Şirketa ji Colemêrga Bakurê Kurdistanê ya ku îhaleyeke mezin ji Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (IBB) wergirtiye ragihand ku ew tên lînçkirin.
Nûçeyên derbarê îhaleya 141 mîlyon û 942 hezar lîre ya ku IBByê daye şîrketeke ji Colemêrgê di rojevê de ye.
Platformên medyaya civakî û hin rojnamegeran îdia kir ku IBByê ev îhaleya mezin daye şirketa bi navê Eylul Înşaat, Gida û Kozmetîkê û paşê nîqaşan jî dest pê kir.
Parêzerê Şirketa Eylul Înşaat, Gida û Kozmetîk Sanayî Tîcaret Lîmîtedê Gulabî Seven, li hemberî van îdiayan daxuyaniyek da çapemeniyê.
Parêzer Gulabî Seven got: “Di rojên dawî de li medyaya civakî û hin malperên înternetê, bi navê me li ser îhaleyekê ku me ji Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê standiye, agahiyên çewt bi raya giştî re hatine parvekirin.
Li hemberî vê kampanyaya reşkirinê ya ku li dijî me tê meşandin, erkê me ye ku em raya giştî agahdar bikin.”
Parêzer Seven ragihand ku ew şirketeke xwedî tecrûbeyeke salan e û li sektora xwarinê dixebite û wan heta îro ji gelek saziyan re xizmet pêşkêş kiriye.
Her wiha hat diyarkirin ku îhaleya Serokatiya Beşa Xizmetên Civakî ya ÎBByê 24ê Sibata 2025an bi awayekî zelal û vekirî li ser Platforma Elektronîk a Îhaleyên Giştî (EKAP) hatiye kirin.
Ji bo îhaleyê 141 mîlyon û 942 hezar û 208 lîre hat pêşniyazkirin
Hat ragihandin ku şirketa wan ji bo îhaleyê 141 mîlyon û 942 hezar û 208 lîre + bac daye û peyman 11ê Adara 2025an dest pê kiriye.
Hat destnîşan kirin ku hemû pêvajoya îhaleyê li gorî rêbazên qanûnî bûye û ti bêusûlî tune ye.
“Ji ber ku em ji Colemêrgê ne em tên lînçkirin”
Hat bîra xistin ku Şirketa Eylul Înşaat, Gida û Kozmetîk berê bi serkeftî bi saziyên wek Fermandariya Cendirmeyên Colemêrgê, Fermandariya Kolorduya Asayîşê ya Wanê, Midûriyeta Emniyetê ya Colemêrgê re kar kiriye û destnîşan kir ku li gelek bajarên Tirkiyeyê xizmet pêşkêş kirine.
Şirketê, hewldanên li ser medyaya civakî yên ji bo biçûkkirina şirketa wan bi gotinên wek “borekçî”, “esnafê biçûk” wekî “helwesteke bi niyeta xirab û cudakar” pênase kir.
Her wiha, berpirsên şirketê îdia kirin ku ev tawanbarî tenê ji ber ku ew ji Colemêrgê ne, li wan tên kirin û wan ragihand ku ew dê li hemberî van êrişan bêdeng nemînin û hemû mafên xwe yên qanûnî bi kar bînin.
Berpirsên şirketê ragihandin ku pêvajoyên hiqûqî dest pê kirine û dê sûc li ser kesên têkildar bê ragihandin.
Berpirsên Eylul Înşaat, Gida û Kozmetîkê ragihand ku ew wek şirketeke ku li Colemêrgê mezin bûye, dê li her aliyê Tirkiyeyê xizmetê bidomînin û li dijî “kampanyaya lînçê” têbikoşin.