Nuçe

Ahmet Turk: Ji bo Tirkiyeyeke demokratîk divê gav…

Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk derbarê biryara PKKyê ya xwefesxikirin û bidawîkirina şerê çekdarî got Ji bo Tirkiyeyeke demokratîk divê gav  bên avêtin.

Ahmet Turk 13ê Gulana 2025an beşdarî civîna heftane ya partiya xwe DEM Partiyê bû û diyar kir ku divê li Parlamentoya Tirkiyeyê komîsyonek bê avakirin ku li ser yasayan kar bike.

Ahmet Turk got, “Divê parlamento berpirsiyartiya xwe bi cih bîne.

Di encamê de kar dê li wê derê bê kirin. Divê parlamento û hemû komên partiyên siyasî rolekê wergirin da ku piştgiriyê bidin aştiya vî welatî.

Pêwîst e komîsyonek bê avakirin ku ji hemû partiyên siyasî pêk tê.”

Ahmet Turk diyar kir ku armanc demokratîkbûna Tirkiyeyê ye û gavên ku ji bo vê yekê tên avêtin ne mijara bazarkirinê ne.

Her wiha Ahmet Turk di nav Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê de cih girtibû û beşdarî hevdîtina li gel Abdullah Ocalan bûbû.



Source link