
Hevalekî wî: Xeter bi nexweşiya penceşêra xwînê…
Hewlêr (Rûdaw) – Hevalekî nêzîk ê Xeter da zanîn ku ew hunermendê Kurd beriya 2 salan bi nexweşiya penceşêra xwînê ketibû û dihat dermankirin.
Hunermend Jîwar Hacibiyê ku bi navê Xeter tê nasîn di 44 saliya xwe de li Almanyayê koça dawî kir.
Sîdar Coşkunê hevalê 20 salî yê hunermend Xeter doh bû mêhvanê bernameya Diyasporayê ya Tora Medyayî ya Rûdawê ku Hêmin Ebdulla pêşkêş dike.
Sîdar Coşkun diyar kir ku Xeter bi nexweşiya penceşêra xwînê ketibû û got:
“Beriya du salan pê hesiya û dihat dermankirin. Me zû bi zû hev nedidît lê min nexweşiya wî ji hevalên din dibihîst.”
Coşkun destnîşan kir ku Xeter kesê herî navdar ê hunermendê rapê bû li Almanyayê û ew kesê yekem bû li Almanyayê dirûşma Kurd û Kurdistan bi kar anî.
Hevalê Xeter behsa wê yekê jî kir û anî ziman:
“Hemû ciwanên Kurd piştgiriya wî dikir.
Hemûyan guhdariya muzîka wî dikir. Her wiha Almanan jî ji wî pir hez dikirin.”
Hunermend Xeter ji bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, şeva pêncşemê di 43 saliya xwe de li Almanyayê koça dawî kir.
Xeter rapbêj û produser û karsazekî navdar ê Kurdistanî û Almanyayî ye.
Ew yek ji bibandordartrîn hunermendên 30 salên borî yên qada rapê bûye li Almanya û Ewropayê.
Medyaya Almanyayê li gel belavkirina nûçeya mirina wî, wî wekî “efsaneyê rapê” bi nav kiriye.
Hunermend û kesayetiyên navdar ên Almanyayê jî bi lez bertek li hemberî mirina wî nîşan dane.
Berê Xeter bûbû mêhvanê bernameya Diyasporayê ya Rûdawê û behsa zehmetiyên jiyana xwe kiribû.