
Şaredariya Amedê xizmeta Kurdî jî li navenda…
Hewlêr (Rûdaw) – Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ragihand ku xizmeta zimanê Kurdî jî li hêla telefonê an jî navenda bangê ya şaredariyê 150ê hatiye zêdekirin.
Bi vê yekê jî êdî dema welatî telefona şaredariyê dikin dê bi Kurdî jî bersiva wan bê dayîn.
Her şaredariyeke li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hêleke telefonê an jî navendeke bangê heye.
Welatî bi rêya wê telefonê peywendiyê bi şaredariyê dikin û gilî û daxwazên xwe tînin ziman. Lê dema welatî telefon dikin bersiva wan bi Tirkî tê dayîn.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku wan xizmeta zimanê Kurdî bi zaravayê Kurmancî li sîstema xwe ya bangê ya bersivdana welatiyan zêde kiriye.
Bi vê biryarê êdî dema welatiyên Amedê telefona hejmara 153 ya şaredariyê kirin dê kesek bi Kurmancî bersiva wan bide û guh bide gilî û daxwazên wan.
Kirmanckî jî dê bê zêdekirin
Şaredariya Amedê ragihand ku ew dê demên pêş di çarçoveya projeya wan a “xizmetên şaredariyê yên pirzimanî” de, zaravayê Kirmanckî (Zazakî) yê Kurdî û zimanên Îngilîzî û Erebî jî li heman sîstemê zêde bikin.
📲 ALO 153 Çağrı Merkezimiz Kürtçe Hizmet Vermeye Başladı
📌 Büyükşehir Belediyemiz, çok dilli belediyecilik hizmetleri kapsamında, ALO 153 Çağrı Merkezinde Kürtçe çağrı hizmeti de sunmaya başladı. Hizmete ilişkin bilgi veren Basın Yayın ve Halkla İlişkiler Dairesi Başkanımız… pic.twitter.com/cBtef5vIIm
— Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi (@diyarbakirbld) May 13, 2025