Vegera koçberên Sûriyeyî berdewam dike
Hewlêr (Rûdaw) – Koçberên Sûriryeyî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê vedigerin welatê xwe.
Li gorî amarên fermî li Tirkiyeyê hejmara penaberên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê derdora 3 milyonan e.
Piştî rûxîna desthilata Beşar Esed koçberên Sûriyeyî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo çûna welatê xwe amadekariyan dikin.
Hejmareke zêde ya wan koçberên Sûriyeyê ku berî 11 salan ji ber şerê navxweyî yê welatê xwe çûbûn Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi dilxwazî vedigerin cihê xwe.
“Şer bi dawî bûye û em jî vedigerin welatê xwe”
Koçberê Sûriyeyî Subhî Nenoyê ku vedigere welatê xwe wiha axivî:
“Ez gelekî spasiya Tirkiyeyê dikim. Şer bi dawî bûye û em jî vedigerin welatê xwe.
Tirkiye gelekî baş li gel me tevgeriya, Xwedê ji wan razî be, em spasdar in. Em spasiya wan dikin.”
Li gorî daneyên fermî, ji hemû 2 milyon û 768 hezar penaber û koçberên Sûriyeyê ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi cih bûne, 1 milyon û 90 hezar kesî mafê rûniştina demkî wergirtine.
Yên din jî di bin çavdêriya taybet a Neteweyên Yekbûyî de di çarçoveya bernameya penaberiya demkî de dimînin.
Penaberê Sûriyeyî Mihemed Hemo jî wiha got, “Şer bi dawî bûye û ez vedigerim, spasiya Tirkiyeyê dikim.”
Heta dawiya Nîsana îsal bi tevahî 931 hezar û 450 koçberên Sûriyeyî bi dilxwazî vegeriyane Sûriyeyê.
Ji vê hejmarê zêdeyî 200 hezar kes piştî ku desthilata Beşar Esed 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an rûxiya vegeriyane û pêvajoya vegerê hin jî berdewam e.