VÎDEO – Karayilan: Bidawîkirina şerê çekdarî dawî…
Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Komîteya Birêviber a KCKyê Murat Karayilan diyar kir ku bidawîkirina şerê çekdarî dawî nîne destpêkeke nû ye.
Piştî 41 salan ji xebata çekdarî, 12ê Gulanê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) biryar da ku xwe fesix bike û çekan deyne lê pêvajo hîn neketiye qonaxa pratîkî.
PKKyê biryarên kongreya 12an ku bi beşdariya 232 endaman pêkhatibû eşkere kirin.
Li gorî biryaran, “PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan.”
PKK 27ê Çiriya Paşîn a 1978an li Bakurê Kurdistanê hat damezirandin, sala 1982yan di kongreya duyem de li dijî Tirkiyeyê biryara şerê çekdarî stand û 15ê Tebaxa 1984an li navçeya Dihê ya Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê êrişî baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê kir.
ANFyê axaftina Murat Karayilan a di destpêka kongreya PKKyê belav kir.
“Rêber Apo ji bo kongreyê kedeke mezin da”
Karayilan behsa girîngiya kongreyê kir û wiha domand:
“Em kongreya PKKyê ya 12emîn vedikin. Kongreya PKKê ya 12emîn bi ked û amadekariya Rêber Apo pêk hatiye. Ji bo kombûn û pêşxistina kongreyê Rêber Apo kedeke mezin da.
Hewldaneke mezin bi pêş xist. Em destpêkê bi navê delegeyên kongreyê Rêber Apo û berxwedana Îmraliyê ya bêhempa silav dikin. Dilsozî û rêzdariya xwe pêşkêş dikin.
Ji ber ku PKK li ser erdnîgariyeke ku navê wê jî qedexe bû derkete ser dika dîrokê. Her tişt bi ked û berxwedanê bi xwînê ava kir.
Ji bo wê PKK wekî partiya şehîdan hatiye pênasekirin. Hemû tişt bi keda Rêber Apo, berxwedana şehîdan ava bûye.
Divê em îro li vê yekê di vê serdema dîrokî de vê kongreyê dikarin bicivînin, ev li ser hîmê keda şehîdên leheng û keda Rêber Apo pêk hatiye.
Bi rastî bi avakirinê heta îro meşandina tevahiya kar û xebatê de rola sereke ya esasî ya şehîdan e. Em çiqasî li ser bibêjin wê kêm bimîne.
Hevalên hêja 12emîn Kongreya PKKyê ne kongreyeke ji rêzê ye. Di dîroka têkoşîna me de xeleke herî girîng û dîrokî ye.
Li welatekî ku li kêleka tinebûnê bû. Siyaseta asîmîlasyon, qirkeriyê bi taybetî li Bakurê Kurdistanê êdî gelê Kurdistanê anîbû kêleka tinebûnê û mirinê.
Weke nexweşê li ser doşekê sikran dikişand. Civaka Kurd bi vî rengî bû. Kesekî nikarîbû navê wî welatî bigota.
Di van şert û mercan de derketina Rêber Apo çêbû. Bi vî rengî hevalê Hakî û hevalê Fûat nas kir.
Weke hevrêyên destpêkê û ketin rê tê zanîn, xebateke bi ked, bi bawerî, bi israr hate meşandin pênc salan. Weke xebata îdeolojîk tê pênasekirin.
Bingeha partîbûnê bi vî rengî hate danîn û 27ê Çiriya Paşîn a 1978an de fermî PKK hat damezrandin. 47 sal in em bi vî navî tevdigerin.
“Bi PKKyê re li Kurdistanê şoreşa vejînê çêbû”
PKK bi avabûna xwe re berxwedan li Kurdistanê bi pêş xist. Berxwedana Hîlwan û Sêwerek û li gelek deverên Kurdistanê têkoşîn bilind kir.
Mudaxeleya 12yê Îlonê ya rejîma cuntaya faşîst çêbû. Lê wê jî nikarîbû pêşî li meşa PKKyê û hewldanên Rêber Apo bigirta.
Piştî amadekariyek li qada Fîlîstînê careke din vegera welat û ew pêngava dîrokî ya bi pêşengiya fermandarê nemir hevrê Egîd di 15yê Tebaxa 1984an hat bipêşxistin.
Beriya wê berxwedana zindanan deng vedabû. Ji bo bîranîna wan ketina rê hebû.
Berxwedana bi pêşengiya hevrê Mazlûm, Hayrî, Kemal û Ferhatan çêbû. Yanî PKK bi avabûna xwe destan ava kirin li zindanan, li serê çiyê. Wê çi çêkir? Şoreşa vejînê çêkir.
Li Kurdistanê şoreşa vejînê çêbû, ew nexweşê li ser doşekê rabû ser xwe, êdî li xwe xwedî derket, dakete kolanan, sîngê xwe li hemberî hemû xeteran vekir.
Yanî civakeke nû hate avakirin. Şoreşeke fikrî, civakî, siyasî çêbû. Şoreşeke demokratîk di nava civakê de çêbû. Li ser vî hîmî şoreşa jinê çêbû. Bi vî rengî êdî di pêşengiya şoreşê de kete qada pêş.”
“NATO û Tirkiyeyê bi hev re li dijî me şer kir”
Endamê Komîteya Birêviber a KCKyê di beşeke din a axaftina xwe de amaje bi pêvajoya çareseriyê jî kir û ya sala 2010an jî kir û wiha domand:
“Tirkiyeyê di 10 salên dawî de piştî pêvajoya Îmraliyê, beriya wê pêvajoya Oslo heye, 2 sal nîv, 3 salan dewam dike.
Bi esasî wê demê jî mutabaqatek çêbû. Jê re protokol hate gotin lê belê radestî Tirkiyeyê kirin, dewleta Tirkiyeyê, hikumetê qebûl nekir.
Bersiv neda. Dûre mutabaqata Dolmabahçeyê bi heman aqûbetê re rû bi rû ma û li hemberî me plana çokdanînê xistin rojevê. Ev plana çokdanînê ne ya dewleta Tirkiyeyê bi tenê ye. Rast e dewleta Tirkiyeyê bi pêş xist lê belê NATOyê piştgirî da wê. Dûre bi hewldanên NATOyê lingê wê yê Kurd ê hevkar jî çêkir.
Berxwedana xweseriya demokratîk a bajaran û piştî wê berxwedana dîrokî ya sala 2016an û pê ve dema ku wisa mudaxeleya derve jî çêbû, 2017, 2018, 2019an berxwedanên pir dîrokî bi pêş ketin.
Me windahiyên mezin dan. Dijmin xwest bi teknîkê me tine bike, li hemberî teknîka dijmin lêhûrbûnên teknîkê çêbûn. Teknîka ku ji wê re bibe bersiv di astekê de hate pêşxistin.
Gerîlayên Kurdistanê jî hem ji aliyê ruh ve bilindbûnek çêbû, li ser ruhê fedaî Apoyî, hem jî ji aliyê rê û rêbaz ve astek çêbû ku ew xitimîn, nikarîbûn encamê bigirin. Naxwe dixwestin me bi temamî tine bikin. Armanca wan ew bû, ji xwe bi eşkere jî destnîşan dikir.
Di encamê de bi ser neketin. Wan dixwestin di sedsala Komarê de serketina xwe îlan bikin lê belê negihiştin vê encamê, ji bo wê bi navê dewletê, Devlet Bahçelî ev banga tê zanîn ya çiriya paşîn kir.
Ew mecbûr man li rêyeke din bigerin.
Rêber Apo jî wekî me berê got, hewldanên xwe yên guhertinê ji xwe hebû. Rêber Apo got, 10 salên dawî ez pir li ser rawestiyam, li ser kûr sekinîme.
Yanî Rêber Apo ji bo guhertinekê amade ye. Dema ew gava Bahçelî çêdibe, Rêber Apo dixwaze vê bi kar bîne.”
“Devlet Bahçelî bi navê dewletê bang kir”
Murat Karayilan amaje bi pêngavên dawî yên pêvajoya çareseriyê jî kir û got:
“Devlet Bahçelî bi navê dewletê, yan jî bi navê baskekî dewletê ev bang kir.
Gotin, ‘Em li hemberî xeteriyên li ser Tirkiyeyê yên heyî em aştiya xwe ya hundirîn çêkin’ banga Rêber Apo ya 27ê Sibatê bangek dîrokî ye û banga pêşxistina serdemeke nû ye.
Derbasbûna sosyalîzma netewe dewlet, bipêşxistina sosyalîzma demokratîk neteweyê ye. Banga pêngaveke demokratîk sosyalîzm, demokratîk konfederalîzmê ya mezin e.
Divê em banga Rêber Apo bi vî rengî binirxînin. Destpêkek nû ye. Banga bipêşxistina têkoşîna serdemê ye. Ez zanim gelek heval jî belkî careke din bi hestiyarî nêzîk dibin.
Rêber Apo wekî Rêberiyek dîrokî tiştên dibêje divê mirov zanibe ku sînoran derbas dike. Cudahiyê dibîne, li ser wî hîmî lêhûrbûnê dike û gavê diavêje.
Divê em bibînin ku ev bang û ev qonax ji bo serdemeke nû ye, çaxek nû ye û ev bang tenê ne ji bo Kurdistanê ji bo tevahiya mirovahiyê roleke xwe ya girîng û dîrokî heye.
Êdî sînorê Kurdistanê derbas dike. Li hember kapîtalîst modernîteyê ji bo xeta demokratîk modernîte bi ser bikeve êdî ev tiştên weke pranga li lingên me digire, me paşde dihêle, tenê li hundirê Kurdistanê teng dike, divê em biavêjin.
Rêber Apo vê ji me dixwaze. Fesixkirina PKKyê divê bi vî rengî bê fêhmkirin.”
“Serdemeke nû dest pê dike”
Endamê Komîteya Birêviber a KCKyê behsa armancên gerîlayan jî kir û wiha domand:
“Hemû kesên îro weke gerîla çek rakirine, armanca xwe ya yekem azadiya Rêber Apo ye. Rast e, niha Rêber Apo ji me dixwaze.
Em heta dawiyê bi Rêber Apo bawer dikin lê belê ji bo ku em rastî bêçekiyê têxin meriyetê divê em bi dewletê jî bawer bikin.
Niha nêzîkbûna dewleta Tirkiyeyê zêde baweriyê nade. Em ne weke dûz û teng nêzîk dibin, tim bi şik û guman. Na. Em heqîqî nêzîk dibin. Bingeh beriya her tiştî qanûn e.
Ev yek divê pêk were. Bingeha wê jî hinekî wekî me got bi hewldanên Rêber Apo, têkoşîna Rêber Apo, bi hewldanên heyetê, têkoşîna tevgerê hinek bingeha wê çêbûye.
Diyar e ku aliyek heye dixwaze ji şer rantê wergirê û dewam bike, bi şer bigihên encamê. Ji bo wî alî em dikarin bêjin, ew bi şer nikarin bigihên encamê.
“Me tecrûbe wergirtiye û me taktîk afirandiye”
Çima? Ji ber ku me jî 41 salan tecrûbe wergirtine, me taktîk afirandiye, me kûrahî çêkiriye, me şer xistiye bin erd, ser erd û ezman. Ew bi me nikarin, nikarin me tasfiye bikin.
Gel di pêşengiya Rêber Apo de amade ye ku aştiyê çêbike. Aştiya hundir ava bike. Bi rastî amade ye. Ji bo wê divê di nava dewletê de jî nêzîkbûnek li gorî wê çêbibe.
Ew aqlê ku dibêje ’em dê bi çekê tine bikin, ji xwe me tine kiriye, aniye halekî ku nikare şer bike û em dê karibin bi operasyonê bi êrişê biçin encamê’, ev aqil ne aqilê çareseriyê ye û ne rast e.
Bi rê û rêbazên demî gerîla dikare şer dewam bike û neketina xwe careke din nîşan bide. Wekî Rêber Apo jî tîne ziman, êdî dema vê bihurî ye.
#VÎDEO – Endamê Komîteya Birêvebir a #PKK‘yê Murat Karayilan: Divê zîhniteya înkar û îmhayê nemîne
🎙️Murat Karayilan: Yasayên heyî hebûna gelê Kurd red dikin, divê dewlet yasayan biguhere
🎙️Murat Karayilan: Ji bo em çekan deynin divê em ji dewletê bawer bikin pic.twitter.com/pOvI38YWVs
— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 13, 2025
“Berpirsyariya me giran e”
Ji ber wê hewceyî heye bi guhertinê heye. Em pê bawer dikin ku em stratejiya şerê çekdarî bi dawî bikin.
Serdemeke nû destpê dike. Ev ne dawî ye, ne dawiyeke, destpêkeke lê belê ji bo azadî, tevgera Apogerî, ji bo gelê me, ji bo gelên herêmê destpêkek nû ye, çaxekî nû ye.
Bi vî rengî divê em binirxînin û nêzîk bibin. Ji bo di xeta Rêber Apo de kongreya me serketî be û encamê wergire her heval divê xwe berpirsyar bibîne. Bi berpirsyarî tevbigere.
Em di xeta şehîdan de, di xeta Rêber Apo de dilsoz in. Em temsîlkarên şehîdan e.
Ji bo wê em nikarin ji rêzê û sivik nêzîk bibin. Berpirsyariya me giran e.
Çawa em dê li hemberî heqîqeta Rêber Apo bibin bersiv, çawa em dê xeta şehîdan rast temsîl bikin, ev ji bo me girîng e.
Ez bawerim wê her heval bi van hestan û berspiryariyê beşdarî xebatên kongreyê bibe û kongreya me di çarçoveya perspektîfên Rêber Apo de wê serketî be.
Di vê çarçoveyê de ez ji niha ve ji bo tevahiya hevalan serketinê dixwazim.”
