Nuçe

WÊNE – Kurdên Êzidî li Hezexê Cejna Serê Salê…

Hezex – Li gundê Kiwexê yê navçeya Hezexê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, Kurdên Êzidî Cejna Serê Salî pîroz kir.

Kurdên Êzidî li gorî çand û kevneşopiyên xwe Cejna Serê Salê pîroz dikin.

Li gundê Kiwexê, wekî salên borî îsal jî gelek Êzidî ji Hezex û navçeya Midyadê ya Mêrdînê û her wiha ji Ewropayê beşdarî pîrozbahiyan bûn.

Di çarçoveya cejnê de, xelk demjimêrên sibehê li goristana gund civiya û piştre hêkên rengîn û xwarin pêşkêşî ji mêvanan kirin.

Di pîrozbahiya cejnê de ku cîl û bergên rengîn hatin lixwekirin dîmenên bedew derxistin holê.

Çarşema Sor her sal di roja çarşema sêyemîn a meha nîsanê de tê pîrozkirin.

Êzidî di cejnê de cihên pîroz, goristan û perestgehan ziyaret dikin. Xelk piştî pîrozbahiyên girseyî malbatan ziyaret dikin.

Li gorî kevneşopiyên Êzidiyan di meha nîsanê de merasîmên zewacê nayên lidarxistin.

 

Wêne: Abdulselam Akinci/Rûdaw



Source link