Nuçe

Xelef Şingalî: 6 keçên Êzidî yên ku hatine…

Hewlêr (Rûdaw) – Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê yê Kar û Barên Êzidiyan Dr. Xelef Şingalî got ku 6 keçên Kurd ên Êzidî yên revandî li Tirkiyeyê hatine dîtin.

DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an êrişî Şingalê kir û bi hezaran Kurdên Êzidî kuştin û her wiha bi hazaran jî revandin.

Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê yê Kar û Barên Êzidiyan Dr. Xelef Şingalî beşdarî bernameya Nûrojê ya Rûdawê bû û behsa rewşa Kurdên Êzidî kir.

Dr. Xelef Şingalî da zanîn  6 keçên Kurd ên Êzidî yên revandî li Tirkiyeyê hatine dîtin û di demeke nêzîk de ew dê biçin Tirkiyeyê da ku wan vegerînin.

Şingalî her wiha wî eşkere kir ku gelek Kurdên Êzidî yên hatine revandin li Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê hene ku ditirsin xwe eşkere bikin.

“Em dê biçin Tirkiyeyê”

Xelef Şingalî wiha got:

“6 revandî li Tirkiyeyê ne û ji bo ku em wan vegerînin testa DNAyê ji wan re tê kirin. Em dê demeke nêzîk biçin Tirkiyeyê da ku wan vegerînin.”

Şingalî amaje bi hewlên Îraqê yên ji bo vegerandina revandiyan kir û got:

“Balyozxaneya Îraqê ya Enqereyê ji bo nasîn û vegerandina wan revandiyan mijûlî kar û barên pêwîst dibe.”

Li gorî Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Êzidî ya Herêma Kurdistanê, DAIŞê Tebaxa 2014an 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî revandin û heta niha 3 hezar û 585 kes ji wan hatine rizgarkirin.

Xelef Şingalî got, Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roleke girîng di dîtin û rizgarkirina revandiyan de lîstiye.

“Gelek Kurdên Êzidî hîn jî li Kampa Holê ne”

Wî her wiha amaje pê kir ku gelek Kurdên Êzidî yên hatine revandin li Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê hene û ew ji ber helwestên tund ên malbatên DAIŞê ditirsin xwe eşkere bikin.

Li Kampa Holê ku di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye, zêdetirî 42 hezar kesan dijîn û piraniya malbatên çekdarên DAIŞê ne.

“Plana ji bo vegerandina koçberan tê amadekirin”

Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê yê Kar û Barên Êzidiyan derbarê bal kişand ser plana Serokwezîrê Îraqê ya ji bo avedankirina Şingalê û deverên din û got:

“Me zêdetirî ji bo çawaniya vegerandina koçberên Şingalê û dayîna xizmetguzariyan 10 civîn kirine.

Biryar hatiye dayîn ku di nava 60 rojan de plana vegerandina koçberên Şingalê were amadekirin.”

Di êrişa DAIŞê ya li Şingalê de Tebaxa 2014an nêzîkî 500 hezar kesî koçî Herêma Kurdistanê kir, her çi qasî beşek ji wan vegeriyane jî heta niha nêzîkî 300 hezar kes ji wan di 15 kampan de niştecih in.

Xelef Şingalî amaje bi wan kir û got, 125 hezar Şingalî li 15 kampên Herêma Kurdistanê dijîn û zêdetirî 170 hezar jî li derveyî kampan in.

“Biryara tezmînatê hatiye dayîn”

Bi gotina Xelef Şingalî ew dixwazin demeke nêzîk wan vegerînin, ji bo vê jî Serokwezîrê Îraqê biryara tezmînatê bide xelkê Şingal û Qehtaniyê daye û hinek xizmetguzarî ji bo wan deveran dê bên dabînkirin.



Source link