Nuçe

Yekgirtû dixwaze PDK û YNK li hev rûnin û…

Hewlêr (Rûdaw) – Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) dest bi xebateke siyasî kiriye da ku pêşniyarekê bide PDK û YNKyê da ku ji bo krîza siyasî ya Kurdistanê deriyekî xêrê vekin.

Ev pêşniyar ji sê mijaran pêk tê û di civîna ofîsa siyasî ya vê partiyê de hatiye pesendkirin.

Li gorî agahiyên ku gihiştine Rûdawê, Yekgirtû di wê baweriyê de ye heke ev pêşniyar were pêkanîn dê di navbera YNK û PDKyê de bawerî careke din ava bibe.

Rawestandina şerê medyayî

Mijara yekem a vê pêşniyarê, balê dikişîne ser rawestandina her cure kampanyaya ragihandinê ya di navbera YNK û PDKyê de.

Ev yek wekî destpêkeke ji bo peydakirina zemîneke guncav tê dîtin da ku alî karibin ber bi lihevtêgihiştinê ve gavan biavêjin.

Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn doh çû cem Serokê YNKyê Bafil Talebanî û pêşniyar pêşkêşî wî kir.

Tê payîn ku Selahedîn Behaedîn îro jî bi serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re rûne û pêşniyarê bide wan.

Rûdawê piştrast kir ku Bafil Talebanî doh pêşniyar wergirtiye, xwendiye û yekser biryar daye ku xala yekem bi cih bîne ku ew jî rawestandina her cure kampanyaya ragihandinê ya li dijî PDKyê bû.

Çalakkirina parlamentoyê û pêkanîna hikûmetê

Yekgirtûyê di mijara duyem a pêşniyarê de nexşerêyeke demkî diyar kiriye ku nabe ji mehekê zêdetir bikişîne.

Di vê dema kurt de divê du gavên sereke werin avêtin:

Yekem, çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê û hilbijartina desteya serokatiyê ye.

Duyem jî destpêkirina rêkarên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye (bi beşdariya hemû wan aliyên ku dixwazin beşdar bibin.)

Çareserkirina pirsgirêka mûçeyan

Di mijara sêyem de, behsa danîna bernameyeke hevbeş tê kirin ku tê de xizmeta welatiyan di serî de be.

Ev xal meyla xwe dide ser çareserkirina ji binî ya pirsgirêka meaşan û diyarikirina siyaseteke yekgirtî ya li beramberî Bexdayê da ku hemû pirsgirêkên asêmayî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de werin çareserkirin.

Her wiha başkirina xizmetguzariyên sereke yên wekî av, elektrîk û sotemeniyê û kêmkirina barê bacê yê li ser milê xelkê, ji armancên sereke yên vê pêşniyarê ne.



Source link