YPJyê nasnameya fermandareke xwe eşkere kir
Hewlêr (Rûdaw) – Fermandariya Giştî ya YPJyê nasnameya Fermandar Arjîn Kobaniyê eşkera kir.
Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) ragihand ku Fermandar Arjîn Kobanî di berxwedana li dijî êrişa Tirkiyeyê û komên çekdar de li Bendava Tişrînê de canê xwe ji dest daye.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) li ser rûpela xwe ya fermî li ser candana Arjîn Kobaniyê daxuyaniyek belav kir.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) da zanîn:
“Edla Mixarî ya bi nasnav Arjîn Kobanî sala 1984an li bajarê berxwedanê Kobaniyê di malbateke welatparêz de ji dayîk bûye.”
Şerê li Bendava Tişrînê
Êrişên çekdarên “Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê” ya nêzikî Tirkiyeyê yên li derdora Pira Qereqozaqê û Bendava Tişrînê berdewam dikin.
Xelkê Rojavayê Kurdistanê jî bi armanca parastina bendavê û nîşandina dijbertiya xwe ya li hemberî êrişan li bendavê nobedê digire.
Tirkiyeyê heta niha gelek caran êrişî wan sivîlan kiriye.
Divê were gotin ku hunermendê navdar ê Kurd Bavê Teyar jî di êrişeke Tirkiyeyê de birîndar bûbû û paşê çûbû ser dilovaniya xwe.
Tirkiye û komên çekdar cara 6an li Bendava Tişrînê sivîlan bombebaran dikin û 11 caran jî karwanên wesayîtên xelkê yên ber bi bendavê ve diçûn, hatin hedefgirtin.