Spor

AMED – Muşspor û Mardin 1969 Spor ji bo lîga yekem tên pêşberî hev

Amed (Rûdaw) Çavê hemû bajarên Bakurê Kurdistanê îro li Amedê ye.

Du tîmên cîran, Muşspor û Mêrdîn 1969 Spor ji bo fînala mezin a derketina lîga yekem tên pêşberî hev.

Ev maça dîrokî, saet 17:00an li Stadyuma Amedê dest dike.

Di fînala play-offa lîga duyem de, tîma zer û spî Muşspor û tîma sor û şîn Mardin 1969 Spor ji bo derketina lîga yekem îro li Stadyuma Amedê maçeke dîrokî bilîzin.

Serokên her du tîman berî maçê peyamên dostanî, hevgirtin û biratiyê da û bangî alîgirên xwe kir ku maçê veguherînin cejna futbolê.

Serokê Mardin 1969 Sporê Ridvan Aşar anî ziman:

“Min çaxê gotibû, Înşallah em û Mûşê derkevin fînalê.

Bi rastî me têkoşîneke mezin da.

Em dixwazin em qezenc bikin heke Mûş qezenc bike ji bo me biratî ye.

Daxwaza min a mezin ew e ku maç bi silametî biqede.

Ez naxwazim ji bo şahiyê bêvila kesekî xwîn bibe.”

Serokê Muşsporê Fatîh Cengîz da zanîn:

“Bi biratî û dostanî… yek ji me îsal derkeve, din nebe sala derkeve.

Ez encamê dizanim: Yan em derkevin yan Mêrdîn.

Înşallah em qezenc bikin bi Xwedê heke Mêrdîn qezenc bike ez xemgîn nebim.”

Nêrîna xelkê Amedê

Mazûvanê fînala mezin xelkê Amedê dibêje ku Mûş û Mêrdîn bajarên wan in û kîjan tîm bi ser bikeve ew wekhev kêfxweş bin.

Welatiyekî bi navê Ozer got: “Her du Kurdistan in, welatê me ne, bila her du serkeftî bin.”

Welatî Suleyman Demîr anî ziman: “Dilê min her duyan dixwaze. Hêvî dikim kîjan baş be ew bi ser bikeve. Kîjan derkeve ez serbilind bibim.”

Mehmet Nûrî Arslan destnîşan kir: “Mûş û Mêrdîn ji bo me wekî hev in. Her du yên me ne. Mûş çavê me ye, Mêrdîn çavê me ye. Ferqa wan nîne, em razî ne her du derkevin.”

Welatiyên din Ahmet Ceyhûn û Yilmaz Karahanoglu tekezî li ser biratiyê kir û diyar kir ku her du tîm ji bo wan yek in.

Maça bi kelecan a Muşspor û Mardin 1969 Sporê saet 17:00an dest bike.

Ji bo maçê ji Mûş û Mêrdînê bi hezaran alîgir hatine Amedê ku bibin şahidê şeva mezin.

Source link