Amedspor ji maça Pendîksporê re amade ye: ‘Em têk…
Amed (Rûdaw) – Tîma kesk û sor Amedspor ku bi 40 puanan di lîga yekemîn de di rêza 9an de cih digre, vê hefteyê dê li Stenbolê bi Pendîksporê re bilîze.
Amedspor heger di vê pêşbirkê de bi ser bikeve dê nêzîkî xeta Play Offê bibe.
Tîma kesk û sor Amedspor vê hefteyê li mala xwe bi Gençlerbîrlîgî re 1-1 wekhev ma û bi 40 puanan di rêza 9an de cihê xwe girt.
Amedspor roja duşemê dê vê carê li Stenbolê bi Pendîksporê re bilîze.
Nûnera Amedê ji vê pêşbirkê re amade ye.
Birêvebirê Amedsporê Cemal Dogrul got:
“Di vê pêşbirka pêşiya me de ez bawer im hem baweriya tîma me gelekî pê heye û rewşa me jî pir baş e, hem ji aliyê moral ve gelekî serkeftî ye.
Înşallah em dê vê pêşbirka xwe bistînin û bi serkeftineke mezin li pêşiya xwe binêrin.”
Di lîga 1emîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê de, di navbera Amedsporê û tîma 6emîn de tenê 3 puan hene.
Heger Amedspor li hemberî Pendîksporê bi ser bikeve, dibe ku cihê xwe di xeta Play Offê de bigire.
Futbolîstê Amedsporê Charly Keîta li ser maça Pendîksporê anî ziman:
“Em ji vê pêşbirkê re amade ne. Ev çend hefte ne em têk naçin.
Hefteya borî jî me pir baş lîst. Me futboleke xweş lîst lê mixabin em bi ser neketin.
Di pêşbirka Pendîkê de em dê bi ser bikevin.”
“Çi ji destê me bê em dê bikin”
Futbolîstê Amedsporê Sînan Kurt jî da zanîn:
“Em bi armanca serkeftinê ji bo hemû pêşbirkan amadekariyê dikin.
Em dê analîza rikaberê xwe bikin.
Rahênanên me tiştên pêwist ji me re dibêjin.
Wekî pêşbirka vê dawiyê çi ji destê me bê em dê bikin û hewl bidin vê carê bi serkeftinê vegerin.”
Pêşbirka Pendîkspor û Amedsporê dê roja duşemê saet 16:00an dest pê bike.
Puanê her du tîmên rikaber jî yek e.
Tîma ku bi ser bikeve dê destê xwe bihêztir bike.