Spor

Amedspor li hemberî Çorum FKyê 1-0 bi ser ket

Hewlêr (Rûdaw) – Amedsporê li mala bi Çorum FKyê re lîst û 1-0 bi ser ket.

Amedspor di hefteya 35emîn a Lîga 1emîn a Trendyolê de bi Çorum FKyê re lîst.

Gola Amedsporê di xuleka 42yemîn de ji aliyê Daniel Moreno ve hat kirin.

Her wiha Daniel Moreno di xuleka 16emîn de penaltiya ku hat bi dest xistin nikaribû bike gol.

Piştî vê encamê Amedsporê puanê xwe derxist 54an.

Çorum FK jî li ser xeta 52 puanan ma.

Pankarta Sirri Sureyya

Lîstikvanên Amedsporê piştgiriya xwe ji bo Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder nîşan da.

Amedspor di maça xwe ya li gel Çorum FKyê de bi pankarta “Derbasî be kekê Sirri” derket stadyumê.



Source link