Spor

Tîma Borussia Dortmundê spasiya Kurdan kir

Hewlêr (Rûdaw) – Tîma Borussia Dortmund ji bo dengvedana vîdeoya wê ya bi saya Kurdan spasiya Kurdan kir.

Tîma Borussia Dortmundê piştî belavkirina vîdeoyeke bi strana hunermendekî Kurd ku deng veda, bi rêya Rûdawê kêfxweşiya xwe nîşan da.

Tîma Borussia Dortmund berî çend rojan,  li ser tora TikTokê, bi vîdeoyekê formayên xwe yên nû nîşan dan.

“Bijî Kurdistan”

Vîdeoya nasandina formayan, bi strana hunermendê Kurd Aykut Anhan hatibû amadekirin ku bi hevoka “Bijî Kurdistan” dest pê dikir.

Wê vîdeoaya tîma Borussia Dortmundê, dengvedanek mezin çêkir û bi milyonan kesan li ser medyaya civakî ew vîdeo temaşe kir.

Temaşevanên Kurd kêfxweşiya xwe nîşan da û name ji Tîma Borussia Dortmundê re şandin.

Borussia Dortmundê ji Rûdawê re name şand

Tîma Borussia Dortmundê nameye ji Şirovekarê Werzişî yê Rûdawê Diyar Hesen re şand.

Borussia Dortmund di nameya xwe de got, “Em gelekî kêfxweşin ku bi saya alîgirên Kurd ên Borussia Dortmund, vîdeoya nasandina formayên me dengvedanek mezin li Rojhilata Navîn çêkir û bi dilê wan bûye.”

Borussia Dortmundê di berdewamiya nameyê de, ji bo belavkirina vîdeoyê spasiya xwe pêşkeş kir û gote, “Spas ji bo belavkirinê, silavên herî xweş ji Dortmundê ji bo we hemûyan.”

Tîma Borussia Dortmundê yek ji tîmên mezin ên Ewropayê ye û di sezona borî de, li Lîga Şampiyoneya Ewropayê de bû tîma duyem.

Ew tîm girîngiyeke mezin dide alîgirên xwe û bi alîgirên xwe tê naskirin.



Source link