Copa del Rey: Barcelona bû şampiyon
Hewlêr (Rûdaw) – Tîma futbolê ya Barcelonayê di maça dawî ya Copa del Reya Spanyayê de li hemberî Real Madridê 3-2 bi ser ket û bû şampiyon.
Barçelonayê di nîvê yekem de gola xwe ya pêşîn bi rêya Pedri tomar kir.
Real Madridê di nîvê duyem de du gol bi rêya Kylian Mbappé û Aurélien Tchouaméni tomar kirin lê Barcelonayê berî ku maç bi dawî bibe bi rêya Ferran Torres encam wekhev kir.
Maç çû nîvên zêde û berî ku nîvê duyem ê demên zêde bi dawî bibe, Jules Koundé gola sêyem a Barcelonayê û serkeftinê tomar kir.
Di dawiya maçê de, Antonio Rudiger ji ber rexnekirina hakemê maçê û hewldana êrişa li wî, tevî ku li ser kursiya yedegan bû, bi karta sor hat derxistin.
Ev şampiyoniya yekem a Barcelonayê ya vê sezonê ye û tîm li bendê ye ku di sezona yekem a rahêneriya Hansi Flick de sê nasnavên dîrokî bi dest bixe.
Barcelona di La Ligayê de pêşeng e bi 4 puanan li pêş Real Madridê hevrikê xwe ye.
Her wiha di Lîga Şampiyonan de gihiştiye çaryeka dawî û di qonaxa nîv-fînalê de dê bi tîma Internazionala Îtalyayê re bilîze.
Ev Copa del Reya yekem e ku Barcelona di çar sezonên dawî de bi dest xistiye.