Spor

Dueloya qodamanan, kesî kes bê hevî nekir!

Hewlêr (Rûdaw) – Di maça yekem a nîv-fînalê ya Lîga Şampiyonan a UEFAyê de Barcelona û Inter 3-3 wekî hev man.

Maça yekem a nîv-fînalê li Spanyayê li Stadyuma Olîmpiyatê ya Lluis Companysê di navbera Barcelona (Spanya) û Interê (Îtalya) de hat lîstin.

Tîma mêhvan hê nû bismilah, çirkeya 30î bi gola Marcus Thuram 1-0 ket pêş ku ev bû gola herî zû ya hemû nîv-fînalên Lîga Şampiyonan.

Barcelonayê hîn hewl dida ku piçekî bi xwe were lê Denzel Dumfries xuleka 21ê careke din torên wê hejandin û maç bû 2-0.

Êdî dema wê hatibû ku her kes ji bo Barcelonayê senaryoyên reş û tarî bihûne lê “zarokê super” ê tîma Katalonan Lamine Yamalê 17 salî got “Ev çîrok wilo naqede” û xuleka 24an bi goleke gelekî xweşik ferq daxist yekê.

Barcelonaya piştî vê golê hêviyên xwe vejandin xwe li mêhvana xwe sor kir û Ferran Torres xuleka 38an maç kir 2-2.

Intera ku wekî bahoz û birûskê dest bi maçê kiribû û ewrên reş û tarî li ser serê Barcelonayê biribûn û anîbûn xuleka 64an bi gola Dumfries careke din ket pêş û maç bû 3-2.

Lê eyb e eyb ma Barcelona radiweste?

Hîn lîstikvanên Interê kenê xwe difirkand û dilê xwe xweş dikir lê Raphinha xwêsiya wan di qirika wan de hişt û xuleka 65an bi bayê bezê bersiv da Interê.

Mûşeka Raphinha li hesinê jor ket, paşê li qelevan Yann Sommer ket û çû nav torên Interê û maç bû 3-3.

Di xulekên mayî de êdî kesî kes neêşand û her tîmê hêviyek berda binê berîkê û berê xwe da mala xwe.

Maça rovanşê ya her du qodamanên fotbolê dê 6ê Gulanê li Milanoyê bê lîstin.

Di maça din a nîv-fînalê de jî Paris Saint-Germainê li deplasmanê 1-0 zora Arsenalê biribû.

Zarokê berîqonkî

Yamal bû futbolîstê herî ciwan ê ku di nîv-fînalên Lîga Şampiyonan de gol kiriye.

Yamalê ku bi temenê 17 sal û 291 rojî gok şand torên Interê, rekora Kylian Mbappe li pey xwe hişt.

Dema Kylian Mbappe 18 sal û 140 rojî bû û listikvanê Monacoyê bû golek şandibû qeleya Juventusê û bûbû lîstikvanê herî ciwan ê ku di nîv-fînalên Lîga Şampiyonan de gol kiriye lê êdî ev bernavk ê Yamal e.



Source link