Spor

Karsazê Kurd Hamdî Ulukaya bi Fenerbahçeyê re li…

Hewlêr (Rûdaw) – Birêvebiriya Fenerbahçeyê bi şirketa mast Chobaniya ku xwediyê wê karsazê Kurd Hamdî Ulukaya ye re li hev kir.

Chobani dê ji bo mafê navê stadyumê di nava 5 salan de 100 milyon Euroyan bide.

Li gorî nûçeya Sozcuyê, birêvebiriya tîma futbolê ya Fenerbahçeyê amade ye ku bi dahatên 1,5 milyar lîreyên Tirkî yên ku ji firotina paran û zêdekirina sermayeyê bi dest bixe deynê xwe yê Yekîtiya Bankayan bigire û ji bo demsala bê tîmeke baş ava bike.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku kluba Fenerbahçeyê bi şirketa mast a bi navê Chobaniyê ku navendê wê li Amerîkayê ye û xwediyê wê Hamdî Ulukaya ye re peymaneke sponsoriyê ya bi qasî 100 milyon Euroyî îmze kiriye.

Birêvebiriya Fenerbahçeyê bi şirketa Chobaniyê re li ser mafê navê stadyumê gihişt lihevkirineke prensîbî.

Li gorî lihevkirinê, Ulukayayê ku alîgirekî dilsoz ê Fenerbahçeyê û hevalekî nêzîk ê Serokê Fenerbahçeyê Alî Koç e, dê salane nêzîkî 20 milyon Euroyî bide Fenerbahçeyê.

Hamdî Ulukaya kî ye?

Hamdî Ulukaya damezirîner û CEOyê Chobani Yoghurtê ye ku yek ji “10 Kompanyayên Herî Nûjenxwaz” ên herî zêde di van 10 salên dawî de li Amerîkayê mezin bûye ye.

Ulukaya sala 1972yan li navçeya Îliça Erzinganê ji dayîk bû.

Ulukaya piştî ku li Zanîngeha Enqereyê ji beşa siyasetê der çû sala 1994an ji bo xwendina zimanê Îngilîzî çû Amrîkayê.

Li ser şîreta bavê xwe, wî sala 2002yan kargeheke biçûk a penîrê spî damezirand.

Serkeftina wî ya mezin a bi wê yekê hat ku wî sala 2005an li New Yorkê kargeheke li ber girtinê kirî.

Bêyî ku xwedî ezmûn be, wî împaratoriyeke mast ava kir ku li çend eyaletên Amerîkayê şaxên Chobani Yoghurtê hene.

Ulukaya bi îmzeya “The Giving Pledge (Soza Dayînê)” beşeke mezin a ji serweta xwe ji bo çareseriya krîza penaberan a cîhanê terxan kir û “Tent Foundation (Weqfa Konan)” damezirand da ku ji koçberên li çaraliyê cîhanê re çareseriyên baştir peyda bike.

Her wiha Ulukaya sala 2017an ji ber şêwaza xwe ya cuda ya serokatiyê ya li cîhana karsaziyê û xebatên xwe yên li ser krîza penaberan di lîsteya “TIME 100” de cih girt.

Karsazê Kurd Hamdî Ulukaya niha li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê dijî.



Source link