Spor

Werzişvanê Kurd: Ez dixwazim li cîhanê bibim…

Dusseldorf (Rûdaw) – Werzişvanê kickboksingê Merd Mikaîl Herkî bi alaya Kurdistanê derdikeve ser dikê û zora rikeberên xwe dibe.

Merdo Herkî dibêje ku ew dixwaze bibe yekemê cîhanê û Alaya Kurdistanê bilind bike.

Merd Herkî li Holandeyê ji dayik bûye, ji kickboksingê hez dike û di wê werzişê de gelekî serkeftî ye.

Van rojan Merd bi Alaya Kurdistanê derket ser dikê ji bo ku di şampiyonaya kickboksingê de ji bo temenê xwe rikberiyê bike li Holandeyê.

Dema ku wî nasnav bi dest xist, Alaya Kurdistanê bilind kir dûv re rikeberê xwe yê têkçûyî hembêz kir.

 

Lîstikvanê Kickboksingê Merd Mikaîl wiha behsa xwe kir:

 “Navê min Merd Mikaîl e û ez 12 salî me û ez li Holandeyê ji dayik bûme û bavê min ez birim lîstika kickboksingê.

Ji wê demê heta niha ez di lîstikê û rahênanê de berdewam dikiim, xewna min ew e ku ez bibim qehreman li ser asta cîhanê û alaya Kurdistanê bilind bikim.”

“Min hesteke Kurdayetiyê di nav malbata xwe de çêkiriye”

Selah Herkiyê  bapîrê Merd jî got, “Ez Selah Herkî me, bapîrê Merd im, ez hatime vir ji bo handana Merd.

Ew lîstikvanê kikboksînê ye û niha temenê wî 12 sal e û li vir li Holandayê ji dayik bûye.

Dema min bavê wî ew anî vir temenê wî tenê çar sal bû, min hesteke Kurdayetiyê di nav malbata xwe de çêkiriye, ji ber wê yekê tewra Merd jî bi wî temenê xwe yê biçûk dixwaze Alaya Kurdistanê bilind bike.”

Çiya Mikaîl Herkiyê bavê Merd jî got:

“Ez Çiya Mîkaîl Herkî me, bavê Merd im, em di vê bûyer û qehremaniyê de amade ne ji bo piştgirîkirina Merdo ji bo ku yekem be û Alaya Kurdistanê bilind bike û serê Kurdan bilind bike û hêvîdar im serkeftî be.”

“Wî karî bibe şampiyonê Holandeyê

Rahênerê Merd Mîkaîl jî got, “Ew behreyeke Kurdî ye. Îro ji bo bidestxistina şampiyoniyê lîst. Wî karî her sê qonaxan bi serkeftî derbas bike û bibe şampiyonê Holandeyê. Bijî Kurdistan.”

Rêber Marifê handerê Merd jî got, “Ez Rêber Marif im, îro ez hatim ku bi Merdo re bim, behremendê me ku ji bajarê Arnhemê hatiye.

Ew alaya Kurdistanê bilind radigire, em pir serbilindiyê pê dikin. Îro wî nîşan da ku ew çiqas kesekî hêja ye, her wiha li ser dikê nîşan da ku wî meşqên xwe baş kirine.

Divê em gelekî spasiya Rûdawê jî bikin ku îro bi me re bû. Bi hêviya dîtinê.

Merd li gel bavê xwe Çiya li studyoya Rûdawê ya li Almanyayê bûn mêvanê bernameya Diyasporayê.

Çiyayê bavê wî bal kişand ser wê destkeftiya girîng a kurê wî yê werzişkar ê biçûk ku di wî temenê biçûk de di pêşbirkên Holandeyê de pileya yekem bidest xistiye, her wiha digel bidestxistina şampiyoniyê alaya Kurdistanê bilind kiriye.

Çiya piştêna şampiyoniyê ya kurê xwe anî studyoyê û li ser maseya Diyasporayê danîbû, bi serbilindî got:

“Ev piştêna şampiyoniyê ye bo yekem car di jiyana Merdoyê 12 salî de ku kariye li Holandeyê di lîstika kîkboksê de bi destê xwe ve bîne û bibe şampiyon.”

Merd ew zarokê Kurd e ku destpêkê di futbolê de dest bi werzişê kiriye, piştre di dema derketina vîrusa koronayê de berê xwe daye kîkoksîngê û di vî warî de pêşketineke berbiçav tomar kiriye.

Bavê wî qehremanê biçûk diyar kir ku mijûlbûna bi werzişê ti bandoreke neyînî li ser xwendina kurê wî nekiriye.

Li gorî gotinên bavê Merdo “Niha ew li Holandeyê di asteke zanistî ya bilind de ye, xwendinê didomîne û di heman demê de werzişê jî dike ku ev yek li wî welatî asteke nimûneyî ye.”

Plana paşerojê ya Merdê zarok ew e ku li ser lîstika kikboksingê berdewam be û hewl bide ku nasnavê şampiyoniya Ewropayê bi dest bixe ku meha bê dê pênc lîstikan bilîze û di meha şeşan de jî pêşbaziyeke din li pêşiya wî heye.

Merdo bi hesteke welatparêzî eşkere kir ku “Ez dixwazim vê piştênê wekî diyarî bidim Serok Mesûd Barzanî, ji ber ku ew ew kes e ku Alaya Kurdistanê bilind kiriye û ez wek her Kurdekî bi hebûna xwe serbilind im.”



Source link