Bijîşkên Dêrsimî ji bo bajarê xwe civiyan
Dêrsim (Rûdaw) – Bijîşkên Dêrsimî yên li Dêrsimê û bajarên din dixebitin, ji bo xizmeta bajarê xwe bi navê “Hevdîtinên Tenduristiyê yên Munzûrê” dest bi xebatekê kir.
Civîna yekemîn a vê xebatê di navbera 1 û 3yê Gulanê de hat lidarxistin.
Nêzîkî 180 bijîşkên Dêrsimî beşdarî civînê bûn û li ser pirsgirêkên tenduristiyê yên Dêrsimê axivîn.
“Di dîroka vê cografyayê de cara yekem e”
Serokê Weqfa Perwerde û Tenduristiyê ya Dêrsimê Şukru Arslan ji Rûdawê re axivî û got:
“Ev hem di dîroka weqfa me de, di dîroka Weqfa Perwerde û Tenduristiyê ya Dêrsimê de û hem jî di dîroka vê cografyayê de cara yekem e.
Ez nizanim li welêt û bajarên din mînakên wê hene an na lê bijîşkên vê cografyayê ji bo xizmetkirina cografyaya xwe, ji bo ku ji derdên qada tenduristiyê re, ji derdên mezin re çareyên biçûk bibînin li hev kom bûne.
Gelekî serkeftî derbas dibe, ez hêvî dikim ku em dê di demên pêş de jî vê xebatê bidomînin.”
“Em dê dîsa vegerin ser axa xwe”
Pisporê Urolojiyê Alî Haydar Karadag got, “Em piştî bi salan vegeriyan bajarê xwe û em hewl didin ji bo bajarê xwe tiştekî bikin.
Niha nêzîkî 180 bijîşk civiyane. Hemûyan nikarîbû beşdar bibin lê dê ev hejmar zêdetir bibe.
Bavê min di jiyana xwe de du caran rastî sirgûnê hat. Wî li Aydinê canê xwe ji dest da lê ez dê dîsa vegerim vê axê.
Em niha wekî bijîşk hinek tiştan dikin lê em dê gelek tiştan bikin. Em dê dîsa vegerin ser axa xwe.”
Bijîşkên ku beşdarî civînê bûne di warê pisporiya xwe de zanyarî dan beşdaran.
“Ji bo xizmeta welatê me gelekî baş bû”
Kardiyolog Aynur Oztekê jî hestên xwe wiha anîn zimên:
“Ez beriya mehekê ji çalakiya Weqfa Perwerde û Tenduristiyê ya Dêrsimê agahdar bûm û gelekî kêfxweş bûm.
Ev hevdîtin ji bo xizmetkirina welatê me gelekî baş bû.
Her wiha ji bo dîtina kêmasiyên perwerde û tenduristiyê û diyarkirina karên me jî tevgereke gelekî xweş bû.”
“Ev gava yekem e û gelekî girîng e”
Welatiyên Dêrsimî jî ji vê xwedîderketina bijîşkan gelekî kêfxweş in.
Îlyas Arslanê ku beşdarî vê çalakiya nû bûye, diyar kir ku ew vê xebatê gelekî girîng dibînin û got:
“Ev gava yekem e û gelekî girîng e. Dê ji niha û pê ve hîn baştir bibe.
Çimkî dikarin li taxan jî stantan deynin û mijarên ku li vê salonê hatine axaftin ji xelkê re vebêjin.
Li vê derê gelek tiştên girîng hatin axaftin.”
Weqfa Perwerde û Tenduristiyê ya Dêrsimê biryar da ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên tenduristiyê yên Dêrsimê “Hevdîtinên Tenduristiyê yên Munzûrê” bidomîne.
