HEWLÊR – Li gundan dest bi pişkinîna penceşêra…
Hewlêr (Rûdaw) – Di pêngavekê de ji bo teşxîskirina zû ya penceşêra pêsîrê, tîmeke pişkinînê ya gerok li nahiye û gundên derdora Hewlêrê dest bi kar kir.
Ev tîm pişkinîna mamografiyê belaş ji bo welatiyan pêk tîne.
Birêvebirê Birêvebiriya Tenduristiyê ya Deşta Hewlêrê Dr. Hîwa Alayî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
“Bi hevahengiya Birêvebiriya Xweparastina Tenduristiyê, me dest bi vî karî kiriye û em pişkinîna mamografiyê belaş ji bo welatiyan dikin.”
Dr. Hîwa Alayî li ser armanca vê pêngavê da zanîn:
“Armanca me ew e ku em herî zêde pişkinînan bikin.
Bijîşkên me yên pispor li gel me ne ku dikarin piştî pişkinînê encaman bibînin û ji kesên pêwendîdar re ragihînin.”
Serdana gund û nahiyeyan
Tîma gerok dê destpêkê du hefteyan li nahiyeya Bineslawayê bimîne û pişt re biçe nahiyeya Qûştepeyê.
Birêvebirê Birêvebiriya Tenduristiyê ya Deşta Hewlêrê Dr. Hîwa Alayî tekez kir:
“Armanca me ya sereke ew e ku em bigihin gundan û xizmetguzariyan bigihînin hemû welatiyan.”
