Tenduristî

Li Wanê operasyona bijîşkê sexte: 2 kes hatin…

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê polîsan bi ser klînîkeke de girtin ku tê gotin ji aliyê bijîşkekî sexte ve dihat birêvebirin û 2 kes desteser kirin.

Di lêgerînê de polîsan dest danî ser amûrên tedawiyê yên wekî sedye, amûrên mesajê, stetoskop û her wiha hezar û 519 belge û dokûmentên ku agahiyên nexweşan tê de bûn.

Li gorî daxuyaniya Birêveberiya Ewlehiyê ya Wanê, hêzên Şaxa Têkoşîna li Dijî Qaçaxçîtî û Sûcên Rêxistinî û Buroya Têkoşîna Dijî Sûcên Darayî operasyonek dijî kesên ku bi navê tedawiya alternatîf bi dîploma û belgeyên sexte xizmetên tenduristiyê pêşkêş dikin, pêk aniye.

Birêvebiriya Ewlehiyê da zanîn ku operasyon 25ê Nîsanê li cihekî kar ê li navçeya Rêya Armşûşê pêk hatiye.

Di lêgerîna nav klînîkê de polîsan dest danîn ser klasorên nexweşan ên ku tê de agahiyên wekî ezmûn, fîlm û ultrason hebûn, her wiha amûrên bijîşkî yên ku ji bo tedawiyê dihatin bikaranîn.

Di heman demê de kartvizîtên ku bi navê gumanbar hatine çapkirin û soza çareseriyeke tekez a ji bo nexweşiyan didin jî hatin dîtin.

Cihê kar piştî hat tespîtkirin ku tedawiyên ne li gorî yasayan dike, ji aliyê tîmên Birêveberiya Tenduristiyê ya Parêzgehê ve hat mohrkirin û derbarê her du gumanbaran de pêvajoya qanûnî hat destpêkirin.



Source link