Li Sêrtê lehî rabû: Mal û dikan di bin avê de man
Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Misircê ya parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê barana gur bandoreke neyînî li jiyana welatiyan kir.
Şeva borî barana gur dest pê kir, lehî rabû û av çû nav gelek mal û dikanan.
Li ser cade û kolanan av kom bû û çû jêrzemîna Nexweşxaneya Dewletê ya Misircê.
Baxçeyê şaredariyê jî di bin avê de ma.
Ji ber barana zêde û kombûna heriyê rêya di navbera Sêrt û Hawelê de hat girtin.
Li ser agahdarkirinê tîmên şaredariyên Sêrtê û Misircê û her wiha tîmên AFADê çûn cihê bûyerê.
Piştî kar û barên tîman rê hat vekirin û menfezeyên hatibûn girtin jî ji aliyê tîman ve hatin vekirin ku ava kom bûbû biçe.