Tenduristî

Mirov çawa dikarin xwe ji ‘Hantavîrusê’ biparêzin?

Hewlêr (Rûdaw) – Li ser keştiya geştyariyê ya bi navê MV Hondiusê vîruseke kêmpeyda ya bi navê Hantayê belav bû.

Di encamê de 3 kes mirin û 115 kes jî bi Hantavîrusê ketin.

Şirketa Holendî ya bi navê Oceanwide Expeditionsê ku serperiştiya keştiyê dike ragihand ku 149 kes di nav keştiyê de ne.

Ew kes xelkê 23 welatên cuda ne. Zêdetirî 80 geştyarî di nav de ne ku piraniya wan Brîtanî, Amerîkî û Spanyî ne. Her wiha piraniya karmendên keştiyê jî xelkê Filîpînê ne.

Hantavîrus vîruseke kêmpeyda ye û bi piranî bi rêya mîz û tifa mişkên nexweş derbasî mirovan dibe.

Klînîkên li Swîsre û Afrîkaya Başûr piştrast kir ku cureyê vîrusê “Andes” e.

Ev cureyê vîrusê tekane cure ye ku dikare ji mirovan derbasî mirovan bibe.

Heta niha ti derzî yan jî dermanekî taybet ji bo vê vîrusê nînin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku metirsiya ji bo xelkê di asteke kêm de ye, ji ber ku ji bo belavbûnê pêdivî bi temaseke gelekî nêzîk heye.

Vîrus çawa derbas dibe?

  • Temasa rasterast a bi mîz, pîsatî û tifa mişkan re.
  • Tevlîbûna paşmayên mişkan a nav xwarin û ava mirovan.
  • Temasa bi kesên ku bi vîrusê ketine re.
  • Destlêdana wan derên ku paşmayên mişkan lê ne û paşê birina destan a ber bi dev û poz ve.

Nîşaneyên Hantavîrusê çi ne?

Destpêkê:

  • Ta û lerzîn.
  • Êşa serî.
  • Êşa masûlkeyan û bêhêzî.
  • Êşa piştê û êşa lingan.
  • Dilrabûn û vereşîn.
  • Westiyan.

Di qonaxa giran de:

  • Bêhntengî.
  • Kombûna şileya di pişikan de.
  • Daketina tansiyonê.
  • Lêdana bilez a dil.
  • Sistbûna gurçikan.
  • Heke neyê dermankirin, dibe sedema mirinê.

Dermankirin û parastin

Heta niha ti dermanên diyarkirî nînin lê tenê dermanên ji bo kêmkirina nîşaneyan û xurtkirina pergala parastina laş tên bikaranîn.

Nexweş ji bo rizgarkirina jiyana xwe di bin çavdêriya hûr de tên girtin.

Ji bo parastinê divê mirov bala xwe bide van xalan:

  • Paqijkirina cihê mayînê û cihê amadekirina xwarinê.
  • Destlênedana wan derên ku paşmayên mişkan lê ne.
  • Bikaranîna maskeyan a dema paqijiya cihên girtî û kuncikan.
  • Bikaranîna paqijkerên kîmyewî yên guncaw ji bo paqijkirina paşmayên mişkan.
  • Girtina tedbîrên ji bo kêmkirin û jinavbirina mişkan a li mal û cihên kar.



Source link