Tenduristî

Tîma Îtalyayî zarokan tedawî dike: Malbatan…

Dihok (Rûdaw) – Tîmeke bijîşkên Îtalyayî bi piştgiriya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Dihokê ji bo bi dehan zarokên ku nexweşiya dil bi wan re tedawî dike.

Ev tîm bi hevkariya Rêxistina Hîviyê nexweşiyên dil ên zarokan derman dike.

Tîma Îtalyayî ji sala 2005an ve her sal diçe Dihokê û emeliyatên dil ên zarokan bi belaşî pêk tîne.

Ev tîm bi rêya Rêxistina Hîviyê tê Herêma Kurdistanê.

Zarok ji hemû bajarên Başûrê Kurdistanê ber bi Nexweşxaneya Azadiyê ya li Dihokê ve tên birin da ku werin kontrolkirin û dermankirin.

Rêber Hemîd bavê zarokekî nexweş e û Pêşmerge ye û diyar kir ku gelek zarokên ku nexweşiya dil pê re hebû û malbatên wan xizan bûn, bi saya vê projeyê hatin dermankirin.

Bîlal Mistefayê ku bavê zarokekî din ê nexweş e got:

“Em çi qasî spasiya Serokê Herêmê bikin kêm e.

Tiştê ku wî kiriye ez bawer nakim ducare bibe çimkî wî her tişt ji bo zarokan kir.”

Bîlal Mistefa destnîşan kir ku kurê wî li ber mirinê bû lê bi hatina vê tîma Îtalyayî hêviya wan vegeriya û kurê wî hat dermankirin.

Zêdetirî 2,5 milyon nexweşî hatin dermankirin

Hatina vê tîmê di çarçoveya projeyeke taybet a ji bo bihêzkirina pergala tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê de ye.

Ev proje bi hevkariya Rêxistina Hîviyê, rêxistina SIAyê û Nexweşxaneya Giannina Gasliniyê ya Îtalyayê tê sazkirin.

Rêxistina Hîviyê sala 2005an hatiye avakirin û ji aliyê beşa tenduristiyê ya nivîsgeha Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve tê birêvebirin.

Mesrefên emeliyatan û xerciyên tîma Îtalyayî gelek in lê ew van karên xwe bi belaşî dikin.

Amara xizmetguzariyên tenduristiyê

Rêxistina Hîviyê ragihand ku sala 2024an zêdetirî 227 hezar zarokên ku nexweşiyên dil ên zikmakî pê re hebûn, sûd ji projeyên wan ên dermankirinê wergirtiye.

Li gorî amarên Rêxistina Hîviyê, sala 2024an ji bo 20 hezar û 807 kesên ku nexweşiyên îflîcî û tevgerê pê re hebûn tedawiya fîzîkî hatiye dabînkirin.

Rêxistinê her wiha gelek karmendên tenduristiyê perwerde kirine ku tiştên nû fêr bibin û ji bo xelkê Herêma Kurdistanê bi kar bînin.

Heta niha ji Îraq û Herêma Kurdistanê zêdetirî 2 milyon û 503 hezar nexweşan di çarçoveya projeyên Hîviyê de hatine dermankirin.

Rêxistinê her wiha 547 nexweş ji bo tedawiyê şandine Îtalyayê.



Source link