Nuçe

HSDyê li Dêrezorê êrişa DAIŞê têk bir

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Dêrezorê êrişeke DAIŞê têk bir.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) roja înê ragihandibû ku wan li rojhilatê Dêrezorê berpirsekî bilind ê DAIŞê yê bi navê Hemûd Ebdulah Xetîb girtiye.

Du rojan piştî girtina wî serkirdeyî, çekdarên DAIŞê li Dêrezorê êrişî şervanên HSDyê kir.

HSDyê li ser êrişê daxuyaniyek belav kir û tê de wiha got:

“Hêzên me yên HSDyê êrişeke din a terorîstî ya DAIŞê li gundewarê rojhilatê Dêrezorê biserkeftî têk bir, çeteyeke terorîstî ya DAIŞê hewl da bi RPG û çekên otomatîk êrişî Lîwaya Zîbanê bike lê hêzên me bi lez bersiv da û êriş têk bir.”

Girtina serkirdeyê DAIŞê

Li aliyê din, HSDyê ragihand ku hêzên wan ên bi navê Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL), roja înê bi piştgiriya Hevpeymaniya Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê, roja înê “operasyoneke ewlehiyê ya hestyar û armancdayî” pêk aniye ku birêvebirekî payebilind ê DAIŞê kiribû hedef.

HSDyê da zanîn, gumanbarê ku wekî Hemûd Ebdulah Xetîb her wiha bi navê Ebû Zekeriya jî tê naskirin piştî şopandina tevgerên wî yên ji nêz ve hatiye girtin.

Li gorî daxuyaniyê, Xetîb wekî serokê şaneyeke DAIŞê dixebitî ku ji sivîlan bi hinceta berhevkirina zekatê pere distandin û bi piranî gef û zor bi kar dianî.

Li aliyê din, HSDyê ragihand ku wan di operasyonê de gelek çek û cebilxane jî bi dest xistine.



Source link