Li Dîlokê 2 kes hatin girtin: Hincet YPG ye
Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê 2 kesên ku bi hinceta YPGyê hatibûn desteserkirin bi biryara dadgehê hatin girtin.
Li gor daxuyaniya Parêzgariya Dîlokê, tîmên Fermandariya Cendermeyan bi armanca eşkerekirina kesên bi guman kar û xebat bi rê ve birine û di encama şopandina teknîkî û fizîkî de 2 welatiyên Sûriyeyê hatine diyarkirin.
Di daxuyaniyê de hatiye îdîakirin ku her 2 kes li Rojavayê Kurdistanê endamên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bûne û beşdarî kar û xebatên çekdarî bûne.
Her du kes li Dîlokê hatine desteserkirin û piştî kar û barên yasayî bi biryara dadgehê hatin girtin.