Li Rojavayê Kurdistanê çend kampên koçberan hene?
Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê 67 kampên koçberan birêve dibe û 145 hezar kes li wan kampan dijîn.
Li Reqayê tenê 50 kampên bêserûber hene. Koçberên parêzgehên navxwe yên Sûriyeyê li wan dimînin lê ji ber wêranî û rewşa xirab nikarin vegerin cih û warên xwe.
Piştî ketina rejîma Esed pêwîst bû koçberên Sûriyeyê yên navxwe bi taybetî yên li kampan vegerin herêmên xwe.
Jinavçûna jêrxan û serxanê li bajar û gundên wan bûye asteng ku koçber her di kampan de bimînin.
50 kamp li Reqayê hene
Li Kantona Reqayê tenê 50 kampên bêserûber hene. Koçberên parêzgehên navxwe yên Sûriyê li wan dimînin.
Li gorî zanyarian 90 hezar koçber li kampên Reqayê dijîn.
Alîkarê Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran Minwir Macid wiha got:
“Me di dema dawî de dest bi serjimêriya koçberên li nav kampan kiriye. Hejmara kampên bêserûber digihe 50 kampan. Di nav wan de 13 hezar hene malbat ku dike 90 hezar kes dijîn.”
Macid got ku ew li gor şiyanên xwe yên sînordar piştîvaniya hemû kampan dikin, bi taybetî piştî alîkarî li ser wan qut bûne jî alîkariyên wan berdewam dikin.
Macid her wiha dibêje, “Di dema dawî de gelek koçberên Hims, Hema û Dêrezorê vegeriyan.
Ji ber wêranî û nebûna xizmetguzariyan li herêmên wan careke din vegeriyan kampên Reqayê.”
Alîkarî ji bo koçberên Efrînê
Li aliyekî din koçberên Efrîn û herêma Şehabyê yên ku ji ber grûpên çekdar nikarin vegerin cih û warê xwe jî di kampên Rêveberiya Xweser de dijîn.
Rêveberiya Xweser rojane nan bê beramber li wan belav dike.
Rêveberê Firneya Tişrînê ya Reqayê Mistefa Hindawî jî li ser xebatên li kampên penaberan got,
“Em rojane tonek û 150 kîlo ku dike 1, 250 rebte nan li dibistanên ku birayên me koçberên Efrîn û herêmên din li wan dimînin belav dikin.”
Hewlên valakirinê û giriftên mayînê
Piştî ketina rejîma Esed divabû koçberên Sûriyeyê yên navxwe bi taybetî yên kampan vegeriyana herêmên xwe.
Wêranbûna jêrxan û nebûna serxanê li bajar û gundên wan bûye rêgir li ber hêviya vegera wan.
Niha Rêveberiya Xweser ligel Neteweyên Yekbûyî hewl dide kampên li herêmên xwe heta dawiya 2025ê vala bike.
145 hezar koçber li kampên Rêveberiya Xweser di rewşeke xirab de dijîn.
Bi taybetî malbatên çekdarên DAIŞê yên li kampên Hol, Roj û Newrozê bûne metirsî û bargiraniyeke mesin li ser Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê.
