
Rêveberiya Xweser: Şerê li Bendava Tişrînê bi…
Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku şerê li Bendava Tişrînê bi dawî bû û berxwedana li wê derê bi ser ket.
Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li ser rewşa li Bedava Tişrînê bi amadebûna girseeyke ji xelkê daxuyaniyek da.
Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Siwêd û Hisên Osman daxuyanî xwend.
Rêveberiya Xweser ragihand ku çalakiya nobetê ya li Bendava Tişrînê bi dawî bû.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Xweser nobeta li Bendava Tişrînê zêdetirî 100 rojan dewam kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Ji destpêka îsal ve êrişên berfireh li dijî binesazî û navendên jiyanî yên herêma me hatin kirin. Bi vê yekê hewl dan ku îradeya gelên azadîxwaz û bi rûmet, têk bibin.
Êrişên dijminahî bi awayekî raste rast û sîstematîk li derdora Bendava Tişrînê destpê kir û vê yekê xetereyeke mezin li ser bendavê çêkir.
Ji 8ê Kanûna Paşîn ve di serî de rêxistinên jin û ciwanan bi sedan şêniyan berê xwe da Bendava Tişrînê, ji bo parastina herêmê seferberiya giştî ragihandin û li kêleka HSD û YPJyê tev li nava refên berxwedanê bûn.
Ev berxwedana ku zêdetirî 100 rojan bi sekn û fedakarî dewam kir di parastina xak û destkeftiyan de bi ser ket, li ser vê esasê em îro encamnameya wê bi serketinê radigihînin.
Di heman demê de tekeziyê li ser berdewamiya têkoşîna li hember her xeteriyeke nû dikin.
Bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em hemû kesên ku di vê berxwedanê de cih girtin û hemû hêza xwe piştgirî dan berxwedana Bendava Tişrînê, silav dikin.”